Demîrtaş banga hilbijartinên pêşwext dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş banga hilbijartinên pêşwext kir û got, beriya ku bi temamî welat hildiweşe, divê pêşî lê were girtin.
Peyama Selahedîn Demîrtaş ji aliyê parêzerêr wî ve li ser hejmara wî ya tora civak “Twitter” hat belavkirin.
Demîrtaş di peyama xwe de da zanîn, pirsgirêka bingehîn, krîza bawerî û yasayê ye û ziyana ku vê yekê daye, bi bilindkirina mûçeyan naye çareserkirin.
Demîrtaş got: Rewş metirsîdar e û beriya ku welat hemû hildiweşe, divê demildest hilbijartinên pêşwext werin encamdan.
Li Tirkiyê di bin siya qeyrana aborî de, partiyên opozîsyona vî welatî bi sedema ku ev deshilata heyî nikare welêt birêve bibe, daxwaza hilbijartinên pêşwext dikin.