Ziyanên lehiya Hewlêrê.. Termê qurbaniyekî din hate dîtin
Heta niha hejmara kesên li nahiya Qoştepe di lehiyê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 6 kesan
Navenda Nûçeyan (K24) – Termê qurbaniyekî din ê lehiya parêzgeha Hewlêrê li nahiya Qoştepe hate dîtin ku di lehiyê de xeniqî bû.
Rêveberê Nahiya Qoştepe Star Hacî ji K24ê re ragihand, şeva borî termê kesekî din li gundê Paştepe ji aliyê welatiyan ve hate dîtin ku di lehiyê de xeniqî bû.
Diyar kir jî, lehiyê otomobîlek dabû ber xwe ku 4 kes tê de bûn, destpêkê termên 3 kesan hatibû dîtin, termê kesê din jî piştî demekê hate dîtin.
Destnîşan kir jî, kesê çarem yê termê wî hatiye dîtin, bi regez Nîpalî ye û niha termê wî li Rêveberiya Bijîşka Dadî ya Hewlêrê ye.
Rêveberê Nahiya Qoştepe got jî: 3 kesên din ên ku termê wan bi hev re hatibûn dîtin, kesekî Nîpalî, kesekî Tirk û kesekî Kurd bû.