Tîmên agirkujê agirê li Encûmena Dadwerî vedimirînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteyek ji bo lêkolînkirina di bûyera vêketina agir di avahiya Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê de tê pêkanîn û encaman radigihîne.

Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, îro danê sibê agir bi jûra dadwerekî Dadegha Pêdaçûnê ya li qatê duyem a avahiya Encûmena Dadweriyê ket.

Destnîşan kir jî, piştî tîmên agirkujê gihîştin cihê bûyerê, agir hat kontorlkirin û vemirandin.

Di dauyaniyê de hat diyarkirin jî, di bûyera vêketina agir de ti ziyanên canî nebûn û ziyan tenê madî bûn.

Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne ku komîteyek ji lêkoklînkirina di vê bûyerê de tê pêkanîn û piştre jî dê encaman rabigihîne.