Li Kirmaşanê ciwanek ji ber belavkirina wêneya ala Kurdistanê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî Kurd ji ber ku wêneya ala Kurdistdanê li ser sosyal medyayê belav kiribû, hat girtin.

Malpera “Hengaw” a mafên mirov ragehand, hêzên ewlehiyê roja 12 vê mehê li Kirmaşanê ciwanekî Kurd bi navê Danyal Keremî (15 salî) girt.

Malbata wî ciwanî dibêje, hêzên ewlehiyê ji wan re gotine Danyal ji ber belavkirina wêneya ala Kurdistanê li ser sosyal medyayê hatiye girtin û bo berdana wî jî divê 100 milyon tûmen bidin.

Li gorî agahiyan, malbata wî xortî ew dirav dane berpirsên girtîgehê, lê hîn jî kurê wan nehatiye berdan û heta niha nehîştine pêwendî jî pê re bikin.