Mesrûr Barzanî: Xweşhal im ku dezgehên me yên ewlehiyê şaneyeke teroristî hilweşand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Divê em hemû spasiya kesên ku malbat û civaka me ji gefên terorîstan diparêzin bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xweşhaliya xwe bi hilweşandin û desteserkirina şaneyeke teroristî ya DAIŞê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê ve ragihand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ji bo min cihê xweşhaliyê ye ku ji dezgehên me yên ewlekariyê bibihîsim, ew di hilweşandina şaneyeke terorîst ya ser bi DAIŞ'ê ve serkeftî bûne ku ev yek gefeke rasteqîn e li ser Hewlêrê.”
Her wiha got: "Divê em hemû spasiya ew kar û westana wan kesên ku malbat û civaka me ji gefên terorîstan diparêzin bikin.”
Ev twîtta Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî wê hat, îro Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên grûpeke ser bi DAIŞê ve balev kir ku ew ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve li bajarê Hewlêrê hatibû desteserkirin ku di plana wan de pêkanîna kiryarên teroristî hebû.
I was pleased to receive word from our security services that they have successfully disrupted an ISIS terror cell and a very real threat in Erbil.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) December 18, 2021
We can all give thanks for the hard work they do to keep our families and communities safe from terrorism -mb.