Xortekî Efrînî ji ber eşkenceya di girtîgeha Raî de dîtiye canê xwe ji dest da

Xortekî din ê Efrînê ku di zîndanên çekdarên ser bi Tirkiyê ve ku rastî eşkenceya hovane hatibû, canê xwe ji dest da

Zîndana Raî
Zîndana Raî

Navenda Nûçeyan (K24) – Xortekî din ê Efrînê ji ber eşkenceya hovane, nexweşî û mana zêdetir ji salan di zîndanên çekdarên ser bi Tirkiyê ve, canê xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Mihemed Ednan Minle Elî (32 salî) ê ji bajarokê Raco, piştî mana zêdetir ji salan di zîndanên çekdaran de, roja 16/12/2021ê li nexweşxaneyeke Tirkiyê canê xwe ji dest da

Wê rêxistinê diyar kir: “Mihemed Ednan Minle Elî roja 24/3/2018an dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Herêma, ligel 30 kesên din hatibû revandin û ji bo zîndana bajarokê Raî ya ser bi Ezazê ve hatin birin. Mihemed û girtiyên din de di zîndana Raî de rastî gelek lêdanên hovane, eşkenceya derûnî û laşî 'hilkirina neynûk û diranan, daliqandina bi blanco, elektrîkê' û rêbazên din hatin. Ji encama eşkenceyên hovane û xemsariya çekdaran ji rewşa wî ya tenduristî, ew tûşî gelek nexweşiyan bû, ji wan jî nexweşiya 'penceşêra çerm' li ser rû derket.

Rêxistina Mafên mirovan da zanî: “Piştî têkçûna tendirustiya Mihemed Ednan Minle Elî bi awayekî metirsîdar, ji zîndana Raî bo zîndana Maratê yê Efrînê hat veguhastin û piştre di meha Tebaxa borî de serbest hate berdan. Wê demê jî Mihemed ji bo dermankirinê, ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hat veguhastin. Piştî ku ti pêşketin di rewşa wî de nebû, Mihemed roja 16ê vê mehê ji Tirkiyê bo mala xwe hat vegerandin û di heman roja de jî canê xwe ji dest da.”

Li gor çalakvanên Efrînê, ev ne cara yekem e ku xortên Kurd ên Efrîn di zîndanên grûpên çekdaran de rastî lêdanên hovane û eşkenceyên derûnî û laşî tên û bi nexweşiyên giran dikevin û ji ber wan nexweşiyan jî canê xwe ji dest didin.

Roja 27 meha borî jî, Silêman Nûrî Numan piştî revandin û mana du sal û 6 mehan, di zîndanên çekdarên ser bi Tirkiyê ve, ji ber eşkence û nexweşiyê de canê xwe ji dest dabû.

Zîndana Raî li herêma Ezazê di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve de ye, li gor zanyariyan dora hezar girtiyên ji Efrînê tê degirtî ne, tê de rastî eşkenceyên hovane tên û di şert û mercên xirap de dimînin.

Mihemed Ednan Minle Elî
Mihemed Ednan Minle Elî