Li Herêma Kurdistanê 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 104 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 104 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 52 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 13 kes li Duhokê, 1 kes li Raperîn û 3 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 9 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 134 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 379508

Mirin: 7054

Başbûn: 369713

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.