Berfê riya 743 gundên Bakurê Kurdistanê girtin

Diyarbekir (K24) – Pêla nû ya barîna berfê bandora xwe li ser bekûrê Kurdistanê dike. Heta niha ji ber pêla nû ya berfê rêyên 743 gund û mezrikên li bakûrê Kurdistanê hatine girtin. Ji ber barîna berfê berdewam dike jî tê çaverêkirin ku ew hêjmar zêdetir jî bibe.

Li gor daneyên fermî yên hatine belavkirin. Li Diyarbekirê 2 roj baran heye, li Wanê 3 roj barîna berfê heye û heta niha rêya 25 gundan hatiye girtin.

Li Siwazê rêya 39 gundan, li Dêrsîmê 144 gund û mezrikan, li Qersê 50 gundan, li Colemêrgê 179 gund û mezrikan, li  Erzînganê 60 gundan, li Mûşê 63 gund û mezrikan, li Çewlikê 163 gund û mezrikan, li Betlîsê 50 gund û mezrikan û li Şirnexê 3 gundan rê hatine girtin.

Hatiye ragihandin, dê li bajarên navborî û Agiriyê heta 3-4 rojan bandora barîna berfê berdewam bike.