Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Îranê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21/12/2021ê pêşwazî li Balyozê li Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Di hevdîtinê de, pêwndiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê, bihêzkirina warên hevkariyên hevbeş, pêngavên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, berdewamiya guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, metirsiyên terorê û êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser girîngiya karkirina ji bo parastina aramî û ewlehiya navçeyê, pêşvebirina pêwendiyên welatê navçeyê li ser bingeha dostayetî û berjewendiyên hevbeş hevnêrîn bûn. Herwiha tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hate kirin.