Teqînek li kargeheke hesin li Hewlêrê rû da
Di encma teqînê de, qurbanî hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqînekê li kargeheke hesin li bajarê Hewlêrê de, kesekî canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Jêderekî ji K24ê re ragihand, heta niha sedema teqînê nayê zanîn.
Wî jêderî got: Li gor zanyariyên destpêkê, karkerekî hargehê canê xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Amaje bi wê jî da, niha tîmên lêkolînê gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkonên kirine.