Rêyên zedetirî 2200 gundên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê girtî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla berfbarînê li seranserî Bakurê Kurdistanê didome, taybet li deverên bilind û ji niha ve gihiştiye yek metreyê. Berfa zêde rêya sereke ya navbera Mûş û Diyarbekirê girt û di çend bûyerên hatûçûnê de li Qers û Bidlîsê 4 kesan canê xwe ji dest dan û 25 kes birîndar bûn. Ji ber befrê dibistanên gelek navçeyên Dêrsim, Wan û Agiriyê bo demekê biryara bêhnvedanê ragihandin.
Pêla berfbarînê ku li seranserî Bakurê Kurdistanê vegirtiye didome. Li gor agahiyên dawî rêyên zedetirî 2200 gundan ji ber berfê girtî ne. her çend hewlên vekirina rêyan bidimon jî, ji ber berdewamiya berfbarînê nagihin encamê.
Berfê rêyên sereke yên navbera bajaran jî bo hatûçûnê asteng dike. Rêya Mûş û Diyarbekirê ji berfa zêde li Pasûrê bo hatûçûnê hatiye girtin û Hewlên vekirina rê didomin.
Ji ber berfa zêde, li gelek navçeyên Dêrsim, Agirî, Erzirom û Wanê dibistan ketin bêhnvedanê.
Li Wan û Colemêrg û Çewlîgê bilindahiya berfê nêzîkî yek metroyê bûye.
Berfbarîn û qeşa li gelek deveran dibe sedemê rûdanên hatûçûnê. Li gor agahiyan li ser rêya Qers-Erziromê ji ber berfê bûyereke hatûçûnê rûda. Di encamê de çar kesan canê xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn. Berfbarîn rewşa nexweşan girantir dike.
Keşnasiya Herêmê da xuyakirin, pêla berfbarîn û qeşa heta roja înê dê berdewam be û ji bo deverên çiyayî hişyariya berfa zêde û aşûtê tê dayîn.