Çekdarên ser bi Tirkiyê 4 xortên Efrînê revandin
Ew her 4 xort sala borî jî hatibûn revandin û piştî her yekî ji 1000 Lîreyên Tirkî wek fidya da, serbest hatin berdan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 xort ji gundekî Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 21/12/2021ê bi ser gundê Maratê de girt û 4 xort bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn revandin.
Li gor wê rêxistinê, navên kesên hatine revandin wiha ne: Elî Mihemed Îbrahîm (26 salî), Mihemed Ehmed Eyûbî (27 salî) Hemyar Mihemed Qilîç (27 salî) û Dilyar Betal Betal (27 salî).
Diyar kir jî, ew her 4 xort ku û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin, di sala 2020an dîsa bi hema tometê hatibûn revandin û piştî her yekî ji 1000 Lîreyên Tirkî wek fidya dan, serbest hatibûn berdan.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.