Li Akrê dayikek û 4 zarokan di xew de xeniqîn

Li qezaya Akrê, dayikek û 4 zaran ji ber dûmana soba komirê di xew de xeniqîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Polîsa Akrê ragihand, li gundê Qopkî yê ser bi nahiya Girdesînê li qezaya Akrê, dayikek û 4 zaran ji ber dûmana soba komirê, di xew de xeniqîn.

Rêveberiya Polîsa Akrê da zanîn, termê wan 5 kesan ji bo Bijîşkiya Dadwerî hatine veguhastin.

Li gor zanyariyan jî, bavê zarokan Pêşmerge ye û îşev li dewamê bûye.

Pismamê wan zarokan ji peyamnêrê K24ê re got, apê wî (bavê zarokan) Pêşmerge ye û îşev li dewamê bû. Dayika zarokan ji bo germkirinê, komek êzing û pel xistine sobê, lê diyar e piştî ku ew ketine xewê, ew ji ber dûmana sobê xeniqîne.