Devera Gerne ya Bakurê Kurdistanê, bi Merîxa li ser Erdê tê binavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Deverek li Sêwasê Bakurê Kurdistanê heye, ji ber axa û zinarên xwe yên sor û asê, wek hesareya Merîxê (Behram) tê binavkirin. Mamostayeke zanîngehê dibêje, deverên wiha li ser erdê kêm in, ji ber vê wek devera parastî ya siruştî hatiye ragihandin. Welatî dibêjin, kesên tên vê derê hest wiha dikin ku çûne dinyayek din.
Ev ne berfa li Merîxê barîye, Ev der Gerne ya Sêwasê li Bakurê Kurdistanê ye. Gerne devereke kevnar ya şaristanî ye, lê zêdetir bi cureya kevir û axa xwe balê dikşîne ku jê re tê gotin, Merîxa ser rûyê Erdê. Yan jî wek Sîvadokya. Li ser va zinaran lêkolînên zanistî jî tên kirin.
Mamostaya Zanîngehê Prof. Dr. Gulpinar Akbulut Ozpay dibêje: “Li gor lêkolînên erdnasiyê, ev zinar 25-30 milyon sal berê, ji ber livînên erdê çêbûne. Qumê li ser, hember berf û baranê xwe radigre û dibe sedemê dirustbûna zinarên asê. Her çend ev dever ziwa be jî, biharan giya heye û balindeyên wek hecîlegleg, kew û pezêkuvî û gur li deverê zêde ne.”
Mamostaya zanîngehê dide xuyakirin, hejmareke zêde ji geştiyar û xwendekaran serdana deverê dikin. Çalakiyên cur bi cur li deverê tên darxistin. Hemû kesên tên vê derê wek parçeyek ji dinyayê nabînim.
Selahedîn Mert ku xelkê Gernê ye dibêje: “Ji vê derê re em em dibêjin Sîvadokya. Gelek zanist jî tên û lêkolînê dikin, ji xelkê jî gelek kes bo aheng û serdanan tên. Hevjînên nu bo wêngirtina wêneyan serdanê dikin. Ev der merîxê dinyayê ye.”
Zinarên Gerne, wek deverên siruştî û parastî hatine ragihandin. 30 kîlometre ji Sêwasê dûr in. ji ber vê serdana deverê asayî ye û welatî dibêjin, li vê derê meriv hest pê dike li deverek pir cuda ye.