Di bûyereke trafîkê de 5 kes ji malbatekê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê di bûyereke trafîkê de li ser riya El-Qoş – Şêxan, 5 kes ji malbatekê canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê li Şêxanê da zanîn, îro danê êvarê li ser riya El-Qoş – Şêxan di bûyereke trafîkê de di barhilgirek û otomobîleke taybet de, 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, kesên canê xwe ji dest dane, bav, dê û 3 zarokên wan bûn.

Destnîşan kir jî, her du kesên birîndar jî, birînên wan giran in û ji bo nexweşaneyê hatin vegihastin.