Pêla berfê bandorên xwe li Serhedê didomîne

Diyarbekir (K24) – Li bajarên Bakur bi taybet jî bajarên herema Serhedê, pêla berfê hefteyeke tesîrên xwe didomîne. Li bajarê Wanê ku wek bajarê navendî yê Serhedê ye, ji aliyekî ve hewlên kêmkirina tesîra berfê tê dayîn, ji aliyê din de jî bi çalakiyên berfê welatî kêf û şahî dikin. Saziya hewarçûnên lezgîn AFAD a Wanê jî ji bo pêşîlegirtina metirsiyên ku ji sirûştê peyda bibin, proje û xebatan dimeşînin.

Li herema Serhedê ji ber barîna berfê rêyên gelek navçe, tax û gundan hatine girtin. Ji aliyekî ve paqijkirina berfê û vekirina rêyan berdewam dike, ji aliyekî ve jî welatî bi yekemin berfa îsal çalakiyên xwe yên bi berfê dikin. AFAD a Wanê jî ji bo ku careke din li vê deverê aşît zirarên canî û malî peda neke, neqşeya xalên aşîtê amade kiriye.

Rêvebirê Afad a bajarê Wanê Alî Îhsan Korpej, bal kişand ku bajare Wanê û herema serhedê, li gel ku metirsiya erdhêj, lehî û hezê lê heye, metirsiya aşîtê jî heye ku salekî berê 42 kes tê de canê xwe jidest dabûn. Korpel ragihand ku wan neqşeya xalên aşîtê derxistiye û pêkve jî, cerdewan û hêzên ewlehiyê perwerde kiriye ku mudaxaleyên lezgîn bikarin bikin.

Rêvebirê AFAD a Bajarê Wanê Alî Îhsan Korpel ji K24ê re got: “Neqşeya xalên aşîtê yek ji xebatên me yên ku em metirsiyên siruştî kêm bikin e. Sûda wê jî hem li ku derê metirsiya aşîtê heye, me diyar kiriye û hem jî ew aşît çewa hereket dike jî êdî em dizanin. Bi saya vê xebatê û wê neqşeyê welatî jî sazî jî dikarin tevdîrên xwe bigirin û xwe ji metirsiya aşîtê biparêzin.”

Ji ber barîna berfê rêyên 2 navçeyên Wanê Şax û Miksê jî di navde rêyên 400 tax, gund û mezrikan hatine girtin. Dîsa li Agirî rêyên 237 gundan, li Betlîsê 258, li Colemêrgê 196 gundan û li Mûşê jî rêya 39 gundan hatine girtin.

Tîmên peywirdar jî hem ji bo vekirina rêyên navçe û gundan, hem jî paqijkirina rêyên navbajêran xebatên xwe dimeşînin û tînin ziman ku hatina berfê bo wan şahî ye.

Xebatkarê Şaredariya Mezin ya Wanê Emîn Akar dibêje: “Hatina berfê gelek baş e bo me. Hem ji bo welatê me bereket e, hem jî xweza bi berfê xweştir dibe”

Xebatkar Mehmet Tan jî diyar dike: “Av miçiqîbû, miletê me kêşe dikişand, loma jî çiqas berf were bo me baş e. Mesela berê metreyek, metre û nîv dibariya, lê sala parîn nehat. Ev 2-3 roj e berfeke xweş barî û ji bo me jî, ji bo siruştê jî baş e. Zehmetiyan peyda bike j3i bila were, bila bibare bila em zehmetiyan bikşînin. Ji ber ku jiyan bi berf û şilî û avê ve girêdayî ye.”

Hin welatiyan jî li ber mal û dikanên xwe û li parqan bi hatina berfê kêf û şahiyan kirin.