Jineke gundê Palnanê berdewamiyê dide karê tevnê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şerbet Ramazanî tekane jin e li gundê Palnanê yê Rojhilatê Kurdistanê kar li ser tevnê dike.
Ev kar, yek ji wan karên ku hatine jibîrkirin e, lê belê Şerbet ji dayika xwe hîn dibe û niha tejik û xaliyan dirêse û difiroşe geştiyaran.
Gundê Palnanê dîroka wê vedigere berî zayînê, çend caran ew hatibû wêrankirin û piştre dîsa avedan dibû, niha jî dora hezar kesî lê dijî û debara xwe karên çandiniyê û bi xwedîkirina pez û ajalan dikin.