HSD: Hêzên me yek ji metirsîtirîn emîrên DAIŞê desteser kir

Wî emîrê DAIŞê beşdarî di êrîşa li ser Kobanê ya sala 2014’an de û gelek komkujiyên din kiriye

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk “HSD” girtina yek ji metirsîdartirîn emîrên DAIŞê ragihand ku wî di gelek êrîşan de beşdarî kiribû, di nav de jî êrîşa li ser Kobanê di sala 2014an de.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî di twîtekê de ragihand, hêzên HSDê yek ji emîrên herî metirsîdar ên DAIŞ’ê desteser kiriye.

Şamî diyar kir jî, wî emîrê DAIŞê beşdarî di êrîşa li ser Kobanê ya sala 2014’an de û gelek komkujiyên din yên li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên deverê kiriye.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir jî, ewên mikurhatinên wî emîrê DAIŞê di demeke din de biweşînin.

Ji Adara 2019an ve, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê, HSD bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyonan li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê kiriye û çendî çekdar desteser kirine.