Mezintirîn festîvala gastronomî ya Tirkiyê li Stenbolê birêve çû
Stenbol (K24) – 18emîn Festîvala Mezintirîn a Gastronomî ya Tirkiyeyê li Stenbolê bi beşdariya tîmên ji 51 welatan bi rê ve çû. Di festîvalê de gelek aşpêj/xwarinpêj ji bo çêkirina xwarinên herî xweş ketin pêşbaziyê û kesên serkeftî hatin xelatkirin.
Gelek gêncên ji welatên cuda û dûr hatine dest û bendê xwe badane da ku xweştirîn xwarin an jî şirîniyê çêbikin.
Di mezintirîn Festîvala Gastronomî ya Navdewletî a Tirkiyê de ku li Stenbolê pêk hat 51 tîmên ji welatên cuda bo çêkirina xwarinên ji hev cudatir hewl dan.
Aşpêj Behruz Suleymanî: Festîval di asteke bilind de û bi awayeke xweş hatiye sazkirin. Bi taybet kekên bi 3 alî û finger food gelek nûwaze bû. Ez jî şîrinî û kuliçeyeke mezin a Îranê çêdikim da ku pêşkêşî beşdaran bikim.
Berpirsê Kompaniya Xwarinê Riza Mosevî: Em, ji Tebrîza Îranê beşdarî festîvalê dibin. Em xwarin û çêjên welatê xwe li vir didin nasîn. Bi navbeynkariya festîvalê, kultirên cuda û ji hev dûr nêzîkî hev dibin.
Di festîvalê de di astên cuda de pêşbaziyên cuda yên xwarinê hatin sazkirin. Kesên baştirîn xwarin amadekirin bi madalyayê hatin xelatkirin.
Burçîn Kose: Em ji qezaya Bucaka Burdurê bi 11 xwendekarên xwe re hatin festîvalê. Em ketin 8 pêşbaziyan û di her pêşbaziyê de jî me madalya wergirt.
Eda Karagoz: Min suffle çêkir û li gor beşdarên din baştirîn suffle ya min hate hilbijartin. Bi madalyaya zêr ez hatim xelatkirin.
Di festîvalê de ku zêdetir xwendekar û gênc beşdar bûn, beşeke taybet jî hat amadekirin ku di wê beşê de ji hevîr û şekirê sureta gelek kes û sembolên ji hev cudatir hatine çêkirin.