16 termên koçberan gihîştin Herêma Kurdistanê
Ew koçber di Kenala Îngilîz (deryaya navbera Fransa û Brîtanayê) de xeniqîbûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê 16 termên koçberên di Kenala Îngilîz de xeniqîbûn, bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re gihîştin Herêma Kurdistanê.
Roja 24ê Mijdara borî belema koçberan di Kenala Îngilîz (deryaya navbera Fransa û Brîtanayê) de binav bû û tê de hejmarek ji koçberên Kurd xeniqîbûn.
Pêştir Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihandibû, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê termên wan qurbanîyan bêne vegerandin.
Vegerandina terman ji ber proseya diyarkirina nasnameya qurbaniyan bi dereng ket ku bi hevahengiya di navbera Ofîsa Serokwezîr, Wezareta Navxwe, Fermangeha Pêwenediyên Derve û Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Fransayê hat kirin.