Li Kirmaşanê şewat derket û 2 kesan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî agir bi avahiyeke 9 qatî ya Kirmaşanê ket û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn.
ajansa “Tasnim” ji zarê Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Qeyran a Parêzgeha Kirmaşanê ragihand, şeva borî derdora demjimêr 20:15ê agir bi yek ji avahiyeke taxa Behmenê ket û yekser tîmên agirkuj û hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê.
Giştî yê Rêveberiya Qeyran ragihand, agir bi otombîlekê li otoparkeke jêrzemînê ket û 5 otombîl jî şewitîn û piştre agir bi qatên din yên avahiyê ket.
Diyar kir jî, 2 niştecihên avahiyê yên ku ketin otoparkê ji ber dûmana şewatê xeniqîn û canê xwe ji dest dan û 24 kes jî ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.