Erd li navçeyeke Kurdistanî hejiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Iraqê ragihand, îro bi tundiya 3 pileyên pîvera Richterê, li Kifrî erd hejiya.
Di daxuyaniya Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Iraqê de hat, îro 27/12/2021ê, bi tundiya 3 pileyên pîvera Richterê, erd li başûrê rojavayê Kifrî hejiya.
Wezareta Veguhastin û Gihandinê amaje bi wê da, xelk navçeyê hest bi erdhejê nekir.
Herwiha bang li welatiyan kir ku hişyar bin, xwe ji xeber û nûçeyên derew dûr bixin û li gorî pêşniyarên Rêveberiya Giştî ya Keşûhewa û Erdhejê tevbigerin.
Kifrî navçeyeke Kurdistanî ye û ser bi parêzgeha Diyala dikeve.