Li Bakurê Kurdistanê hefteyek e berf dibare
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bakurê Kurdistanê, rêyên sedan gundan ji ber berfê girtî nê. Li hin deveran bilindahiya berfê çar metro derbas kiriye.
Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê, hefteyek e berf dibare. Rêyên hezaran gundan ji ber berfê hatibûn girtin, tîmên vekirina rêyan jî li ser kar in û hejmarek ji riyan vekirine.
Bilindahiya berfê li ser rêya Mûş û gundê Sêmalan 4 metro derbas kiriye. Bi rojan e jî, hewlên vekirina rê didomin.
Tîmên vekirina rêyan heta niha karîne li Mûşê rêyên 185 gundan vekin. Gundî dibêjin, eger e di demên pêş de zêdetir berf bibare, ji ber ku niha destpêka zivistanê ye.
Pileyên germa hewayê di binê normal ê demsalê da ne ku tê texmînkirin pileyên germê li Hekariyê 7, li Wanê 5, li Mûşê 2 û li Bedlîsê jî di bin sifirê de bin.