“DAIŞê di sala 2021 de 342 êrîş li dijî Rojavayê Kurdistanê û HSDê pêk anîne”

Rêxistineke Sûrî ya mafên mirovan amarên êrîşên DAIŞê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên HSDê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistineke Sûrî ya mafên mirovan amarên êrîşên DAIŞê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên HSDê radigihîne û diyar dike, DAIŞê di sala 2021ê de, 342 êrîş li dijî pêk anîne û di encamê de 228 kesan canê xwe ji dest dane. Diyar kir jî, hêzên HSDê jî 858 kes bi tometa DAIŞê desteser kirine.

Di Adara 2019an de, bi kontrolkirina bajarokê Baxozê li rojhilatê Dêrazorê, têkşikandina DAIŞ bi temamî li Sûriyê hate ragihand, lê êrîşên şaneyên DAIŞê, bi dawî nebûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di raportekê de ragihand, di sala 2021ê de çekdarên DAIŞê 342 êrîşên bi riya teqekirin, teqîn û bombeyên vedayî li dijî deverên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser pêk anîne.

Diyar kir jî, di dirêjahiya salekê ji êrîşên DAIŞê li dijî HSDê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û parêzgehên Reqa, Heleb û Dêrazorê de, 228 kes canê xwe ji dest dane ku piraniyan wan sivîl in.

Di raportê de hat got: Piştî zêdebûna çalakî û êrîşên DAIŞê li deverê, HSDê bi piştevaniha Hevpeymaniya Navdewletî dest bi oparasyonên ewlehiyê kir û bi taybetî li parêzgeha Dêrazorê.

Diyar kir jî, di encama oparasyonên salekê de, hêzê HSDê 858 kes bi tohmeta pêwendiya bi DAIŞê desteser kirin.

Di dema ku HSDê oparasyonan li dijî şaneyên DAIŞê pêk dianî, bi sedan endamê malbatên DAIŞê serbest berdidan ku heya niha nêzî 1300 kes ji malabtên DAIŞê ji kampa Holê ya li başûrê Hesekê derxistine, herwiha bi dehan endamên DAIŞê jî bi gerintiya rûsipiyên deverê ji zindanên xwe berdane.

Di wê derbarê de jî, beriya demekê di lêkolîneke rojnameya “The Guadiyan” a Brîtanî de hate belavkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pereyan, çekdarên DAIŞê yên girtî, serbest berdide.

Di dema ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ji berdana girtiyên DAIŞê ne razî ne û ditirsin DAIŞ çalakiyên terorî pêk bînin, Rêveberiya Xweser, dibêje kesên têne berdan destê wan di kuştinê de tune ye û ew di bin çavdêriyê de dimînin.