Şam: Îsraîlê êrîşî bendera Laziqiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Medaya fermî ya Sûriyê ragihand, bendera Laziqiyê ya li rojavayê wî welatî rastî êrîşeke Îsraîlî ya bi mûşekan hat.
Ajansa nûçeyan “SANA” a fermî ya Sûriyê ragihand, îro berbangê derdora demjimêr 3:21 Îsraîlê ji kûrahiya deryaya Sipî ve bi mûşekan êrîşî bendera Laziqiyê kir.
Herwiha got: “Ew êrîşa bû sedema şewitandina hejmarek konteynerên bazirganî û ziyanên madî yên mezin çêbûn. Tîmên agirkuj jî hewla vemirandina agir dide.”
Roja 7ê vê mehê jî hewşa konteyneran a bendara Laziqiyayê dîsa rastî êrîşeke Îsraîlê hatibû û agir bi hejmarek konteyneran ket.
Ji sala 2011an ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.