Li bilindahiyên Hemrînê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Çar terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; di dema lêgerîna çekdarên DAIŞê de li bilindahiyên Hemrînê, çar terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê; Fermandariya Diyala di lêgerîna çekdarên DAIŞê de berdewam e.
Hat diyarkirin ku hêzek ji Lîwaya 34 a Firqeya 9, li bilindahiyên Hemrînê di dema rûbirûbûna hejmarek çekdarên DAIŞê de, 4 çekdar hatin kuştin, lêgerîn û şopandina paşmahiya wan berdewam e.
Demek e DAIŞ li çend deverên Iraqê êrîş dike ser hêzên Pêşmerge û hêzên edwlehiyê yên Iraqê, ji ber vê yekê xelk şehîd û birîndar dibin, li gor planekê çendîn operasyonên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de ji bo jinavbirina wan çekdaran têne encamdan.