Keçeke Kurd dibe endama Parlamentoya Icelandayê

Lenya Rûn Taha Kerîm 22 salî ye û ciwantirîn endama Parlamentoya Icelandayê ye

Lenya Rûn Taha Kerîm
Lenya Rûn Taha Kerîm

Diyarbekir (K24) – Keçeke Kurd ya 22 salî wek yekem Kurd bû endama Parlamentoya Îcelandayê û roja 27/12/2021ê sûnda yasayî xwar.

Lenya Rûn Taha Kerîm a 22 salî rêza sêyemîn di lîsteya Partiya Pirate ya herêma bakurê Reykjavika Paytxet de cih girtibû.

Lenya Rûn Taha Kerîm ji dê û bavekî Kurd e û li bajarokê Kopavogur a Icelandayê ji dayik bûye û niha wek ciwantirîn endama Parlamentoya wî welatî ye.

Lenya ji K24ê re got: “Li Parlamentoyê ez ê ronahiyê bixim ser sîstema dadweriyê û dixwazim guhartinan di wê yasayên girêdayî bi pirsa destdirêjahiya seksî de bikim, ji bo ku qurbaniyên destdirêjahiyê seksî hest bi selmetiyê bikin.”

Diya Lenya di 1996an de û bavê wê di 1993an de çûbûn Îcelandayê. Malbat Lenyayê di sala 2013 vegeriyabû Herêma Kurdistanê, lê piştî 3 salan careke din çû Icelandayê.

Lenya Rûn Taha Kerîm