Konsulê Çînê: Mezintirîn proje li Herêma Kurdistanê ava dikin

Konsulê Çînê: Sala bê kompanyayên Çînî dê zêdetir li Herêma Kurdistanê kar û werberhênanê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê ragihand, ew ê mezintirîn projeya xwe ya geştiyarî û çandî li Hewlêrê bidin destpêkirin.

Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Ni Rujî ji K24ê re ragihand, ew gelekî kêfxweş in ku girîngî bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Çînê heye. Diyar kir jî, di rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de hikûmeta Çînê nêzîkî 350 hezar vaksîn pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.

Konsulê Çînê amaje bi wê da, wan kariya hevahengiyê di navbera zanîngehên Herêma Kurdistanê û Çînê firehtir bikin.

Konsulê Çînê daz anîn, îsal hejmarek ji kompanyayên Çînê hetin Herêma Kurdistanê, hêvîdar in sala bê kompanyayên Çînî dê zêdetir li Herêma Kurdistanê kar û werberhênanê bikin.

Herwiha got: “Di sala bê de dê hevkariyên Çînê li gel Herêma Kurdistanê bên zêdekirin û mezintirîn projeya geştyarî û çandî li Hewlêrê bê avakirin.”

Li gor zanyariyan, Kompanyayeke Çînê dê bi budceya 5 milyar Dolar û li ser rûbera pênc milyon metre çargoşe, projeya geştiyarî û çandî ya “Happy City” li Hewlêrê ava bike.

Ev proje dikare salane pêşwazî li 15 milyon geştiyaran bike û cihê mana 80 hezar kes tê dabînkirin û her wiha 8 hezar derfetên kar peyda bike.

Herwiha li Happy City dê bajarê yariyan, Aqua Park, hotel, riya bazirganî, villa û xanî, navendên werzîşê, navendên xizmetguzarîyê yên wekî supermarket, dibistan, nexweşxane û gelek tiştên din werin avakirin.