Îmam Taşçier: Li Tirkiyê HDP ji bo êrîşê weke hedef tê nîşandan
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier li ser zêdebûna êrîşên dijî avahiyên HDPê axivî.
Hewlêr (K24) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier li ser zêdebûna êrîşên dijî avahiyên HDPê diyar kir: “Hikûmeta AKP û MHPê her dem êrîş li ser HDPê dan nîşandan. Ev êrîşên ku dane nîşandan, roj bi roj di raya giştî ya Tirkiyê de zêde bû.”
Îmam Taşçier ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû derbarê zêdebûna êrîşên dijî HDPê de axivî.
Taşçier li ser êrîşên ku li dijî avahiyên HDPê têne kirin got: “Hikûmeta AKP û MHPê her dem êrîş li ser HDPê dan nîşandan. Ev êrîşên ku dane nîşandan, roj bi roj di raya giştî ya Tirkiyê de zêde bû.”
Parlamenterê HDPê bal kişand ser kuştina Denîz Poyraz û got: “Kesek bi organîze li Îzmîrê çû avahiya HDPê û xebatkara HDPê Denîz Poyraz qetil kir. Ku li wir bi dehan kes hebûna, dê ew jî bihatana qetilkirin.”
Îmam Taşçier li ser êrîşa li Stenbolê ku duh li navçeya Bahçelîevler li dijî avahiya HDPê hat kirin, diyar kir: “Kesekî du çek û kêr dabû pişta xwe û çû êrîş kir, di wê êrîşê de çek neteqiya, eger biteqiya komkujiyek çêdibû.”
Taşçier li ser maf û hiqûqê destnîşan kir: “Niha li Tirkiyê ji sedî 95ê gelên Tirkiyê dibêjin hiqûq tune ye, hiqûq nemaye. Niha hiqûq ji AKP û MHPê re heye, ji îqtîdarê re heye.”