Gelî û bajarê Betlîsê bi projeyan tê nûjenkirin

Diyarbekir (K24) – Li bajarê Betlîsê ku li ser çemê Betlîsê hatiye avakirin, bi projeyên nûjenkirinê tê nûjen kirin. Li Betlîsê avahiyên ku di 40-50 salên dawî de hatibûn çêkirin, hatine rûxandin û plansazî ew e ku di demsala bihara 2022’an de jî xebatên sazkirinê dest pê bike.

Bajarê dîrokî yê li Bakurê Kurdistanê Betlîs, ji avahî û saziyên ku bê palnsazî hatine çêkirin hatiye paqij kirin. Lê nişteciyên ku ji wan deveran hatine derxistin daxwaz dikin ku ji bo wan jî çareserî bên peyda kirin.

Siyasetmedarê Kurd Medenî Avcîl ku 67 salî ye û hemû temenê xwe li vî bajarî derbas kiriye, balê dikşîne ku sazûmaniyeke bê ser û ber li ser geliyê Betlîsê hebû û gelek berhem û şûnwarên dîrokî fetisîbbûn. Loma jî nûjenkirin girîng e, lê divê welatî jî nehatina mexdûr kirin.

Medenî Avcîl ji K24ê re got: “Ev projeyeke baş e ji ber ku Betlîs bajarekî dîrokî ye. Ev avahî, pir û berhemên dîrokî ku hene hemû êdî xuya nedikirin, ji ber wan avahiyên nexweş. Vêga Betlîs firehtir buye û mîmariyên kevin yên dîrokî derketin meydanê. Lig or ku behsa projeyê tê kirin, dê cîyê wan avahiyan bên nûjenkirin. Heger ku wisa bikin, dê kerektera Betlîsê ya dîrokî jî bi baştirîn derbiikeve holê.”

Welatiyên ku li ciyên hatine rûxandin kar dikirin jî tînin ziman ku ew jî nûjenkirinê erênî dibînin, lê gelek dikandar û nişteciyên Betlîsê jî, ji ber altertîf ji bo wan nehat pêşkêş kirin meexdûr bûne û gelek welatî jî koçî bajarên din kirine.

Eshed Akarslan jî yek ji wan dikandar e ku mexdûr buye û balê dikşîne ku ew jî projeyên ku bajêr xweştir bikin girîng dibînin, lê divê çareyek ji kesên mexdûr re bê peyda kirin.

Dikandar Eshed Akarslan dibêje: “Me mexdûr kirin, Ez 24 salbû ku li wê dikandar bûm. Ji me re gotibûn ku dema em dest bi projeyê bikin, emê we jî mexdûr nekin. Emê cîh bidin we û piştre dest bi hilweşînê bikin. Lê bêy ku tu alternatîfek bo me pêşkêş bikin, me ji wê derxistin. Em gişt mexdûr in niha û tu alîkariyekî jî nedane me.”

Endezyarên avahîsazî û înşeatê jî radigihînin ku divê nûjenkirin li gor pîvanên parastina dîrokî û xwezayê bên kirin û ji bo kes û karên ku hetine mexdûr kirin re jî piştgirî bên dayîn.