VÎDEO – Li Batîfa pilingek hat dîtin

Duh roja 29ê Kanûna 2021ê li sînorê Zaxoyê pilingek ketibû kemîna ku ji bo guran hatibû danîn.

Hewlêr (K24) – Duh roja 29ê Kanûna 2021ê li sînorê Zaxoyê pilingek ketibû kemîna ku ji bo guran hatibû danîn.

Her çiqas xelkê devera xwestine piling ji kemînê rizgar bikin, lê belê piling reviyaye û kemîn jî bi xwe re bir.

Îro ew piling hatiye zehftkirin û ji bo dermankirinê bo Baxçeyê Ajalan ê Duhokê hatiye veguhestin.

Hat diyarkirin ku piştî dermankirinê piling dê li deverên çiyayî yên Kurdistanê were azadkirin.

Fly Erbil Advertisment