Hejmara kuştiyên malbata Babilê zêde bû
Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Parêzgeha Babilê ragihand; hejmara kuştiyên malbata parêzgeha Babilê gihîşte 20 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Parêzgeha Babilê ragihand; hejmara kuştiyên malbata parêzgeha Babilê gihîşte 20 kesan.
Wezîrê Navxwe yê Iraqê Usman El Xanimî daxwaz kir; bi awayekî berfireh lêkolîn li ser dosyeya kuştina 20 kesan were kirin.
Li navçeya Ceble ya bakurê parêzgeha Babilê, tohmetbarekî 20 endamên malbata xwe kuştin.
Çavkaniyekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re ragihand; bûyer di dema desteserkirina tohmetbar de rûdaye.
Dema hêzên ewlehiyê çûne cihê ku tohmetbar lê ye, kesê tohmetbar teqe li hêzên ewlehiyê kiriye û hejmarek endamên hêzên ewlehiyê birîndar kirine.
Piştre Hêzên Bersivdana Bilez hatine cihê bûyerê, lê belê tohmetbar bi çekan rûbirûyî wan jî bûye, hêzên ewlehiyê jê xwestine ku xwe radest bike, lê tohmetbar guh nedaye wan.
Hat diyarkirin; piştî ku hêzên ewlehiyê kesê tohmetbar birîndar kirine, tohmetbar jî berê çeka xwe li endamên malbata xwe ve zîvirandiye û 20 endamên malbata xwe kuştine.