Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kes ji navçeya Mabeta û Şiyê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Cebhe El-Şamiyê roja 30/12/2021ê bi ser gundê Tirindê yê navçeya Şiyê de girt û kesekî bi navê Mistefa Nasir Hemkê revand.
Diyar kir jî, çekdarên Cebhe El-Şamiyê roja 29/12/2021ê welatiyê bi navê Ebdîn Izet û roja 26/12/2021ê jî Hemûdê Hesen Îbê ji bajarokê Mabeta revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.