Li Herêma Kurdistanê di salekê de 662 kesan di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dane
7 hezar û 220 kes jî birîndar bûne.
Hewlêr (K24) – Li gor amarên trafîkê, di sala 2021ê de 4 hezar û 119 bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, di encama bûyeran de 662 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 220 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Giştî yê Trafîka Herêma Kurdistanê Esed Mela Kerîm di civîneke çapemeniyê de amarên sala 2021ê eşkere kir û got: “Par zêdetirî 122 hezar otomobîl hatin tomarkirin, niha li Herêma Kurdistanê milyonek û 961 hezar otomobîl hene, ku ev li gor hejmara nişteciyan zêde ye.”
Li ser hejmara qurbaniyên di bûyerên trafîkê de, Esed Mela Kerîm diyar kir: “Di sala 2021ê de zêdetirî 4 hezar û 119 bûyerên trafîkê hatine tomarkirin, di encama bûyeran de 662 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 220 kes jî birîndar bûne, li gor sala 2020an, hejmar zêde bûye.”
Diyar kir jî, sedemên sereke yên bûyerên trafîkê, pabendnebûna bi ajokaran bi rênimayên çûnûhatinê û bikaranîna mobaylan e, beşeke din a bûyeran jî, ji ber xirapî û taksaydiya riyên derveyî bajaran e.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji ajokaran kir, pabendî rênimayên çûnûhatinê bibin û xwe biparêzin.