Wênekêş Ramazan Îmrag: Divê her kes bi rêya pîşeya xwe xwedî li dîroka xwe derkeve
Diyarbekir (K24) – Wênekêşek ji Cizîra Botan 42 sal in şahidiya xem û şahiyên civaka xwe dike. Wênekêş Ramazan Îmrag niha di kargeha xwe de hewil dide wêneyên dîrokî berhev bike û avahiyên dîrokî bo nifşên nû balkêş bike û bide nasîn.
Jiyanek ku di ber kêşana wêneyan de hatî terxankirin. Wênekêşek ku bi salan e şahidiya şîn û şahiyên milletê xwe dike. Wênekêş Ramazan Îmragê ku li Cizîra Botan dijî 42 sal in makîneya xwe ya wêneyan kiriye rêhevalê xwe û kêlîyên demê yên balkêş, rengîn û cawaz belge dike. Wênekêşê ku bi heskirineke mezin wênekêşiyê dike dibêje ew hewil dide hemû rengên jiyanê di wêneyên xwe de nîşan bide. Ramazan Îmrag ê ku bi salan rojnamevantî jî kiriye dide zanîn ku wênekêşî di hevîrê wî de heye û xwe wisa pênase dike ku dibêje ew ji bo ku bibe wênekêş hatiye dinê.
Wênekêş Ramazan Îmrag ji K24ê re got: “Min gelek ji wêneyan hes dikir. Kesên wênê dikêşiyan bala min dikêşandin û min li wan temaşe dikir. Min di sala 1979an de dest bi kêşana wêneyan kir. Yekem mekîneya xwe min ji Nisêbînê anî. Yekem wêneyên bireng min anîn Cizîrê. Dema xelkê wêneyên bireng didîtin şaş dibûn.”
Wênekêşê bi ezmûn niha xaniyê ku zaroktiya wî tê de derbas bûye de ji xwe re atolyeyek amade kiriye û wêneyên ku dikêşe di vê atolyeyê de ji aliyê wî ve tên çarçovekirin. Di demên dawîn de jî êdî hewil dide ku dîmenên Cizîra Botan ên bedew û wêneyên avahî û kesayetên dîrokî yên çand, huner û rewşenbîrîyê bi şêwazên cawaz bîne ber hev û bide nasîn. Îmrag dibêje peywira her welatiyekî ye ku li dîroka xwe xwedî derbikevin û bidin nasîn.
Wênekêş Ramazan Îmrag dibêje: “Hemû dewletan de dema hûn herin dikanên wan de wêneyên bajarên wan û dîroka wan hatine hilawêstin. Divê em jî wisa bin. Divê dikanên me de jî wêneyên bajarê me û dîroka me hebin. Dema xelk tên wêneyên jinên mala Bedirxaniyan dibînin şaş dibin. Bala wan dikêşe. Wêneyê Cizîrê dibînin ku dişibe keştiyê bala wan dikêşe.”
Ramazan Îmrag ê ku wênekêşî buye parçeyek ji jiyana wî niha dixwaze wêneyên xwe yên bijare berhev bike û di avahiyek dîrokî ya Cizîra Botan de Pêşangehek a wêneyan li dar bixe û bi vê yekê jî berhemên xwe bigihîne hawirek berfirehtir.