Abdullah Zeydan hat berdan

Abdullah Zeydan bi Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş re ji 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî bû.

Diyarbekir (K24) - Dadgeha Sizayê Giran a 5emîn ya Diyarbekirê, biryara azadkirina parlementerê berê yê HDPê Abdullah Zeydan da. Abdullah Zeydan bi Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş re ji 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî bû.

Parlementerê berê yê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, di 4ê Mijdara 2016an de bi 12 siyasetmedaran re hatibû desteserkirin û dûv re ji sûcên “bangeşeya rêxistinê” , “pesindayîna tawan û tawanbarî” , “beşdarbûna civînên li dijî yasayê” hatibû dadgehkirin û ji bo wî heta 20 salan sizayê girtîgehê dihat xwestin. Abdullah Zeydan û Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi hev re di Girtîgeha Edîrneyê de zindanîkiri bûn. Dadgehê bi giştî 8 sal û mehek û 15 roj siza li Zeydan birî.

Dadgeha Bilind, di 26ê Gulana 2021an de biryara sizayê Abdullah Zeydan hilweşand û riya jinûve dadgehkirinê lê vekir.

Abdullah Zeydan ji bo dadgehkirinê ji zindana Edîrneyê anîn Dadgeha Diyarbekirê.  Parêzerê Abdullah Zeydan Mahsûnî Karaman got; ew çaverêne ku Abdullah Zeydan di demjimêrên êvarî de ji zindana Elezîzê were azadkirin.

Li gorî gotinên parêzerê Abdullah Zeydan, maveya ku muwekîlê wî di zindanê de maye li ber çavan gat girtin û biryara azadkirinê hat dayîn.

Parêzer dibêje; ji bo ku siza bê hilweşandin ew dê biryara dadgehê bidin dadgeha temyîze. Li gorî parêzer Mahsûnî Karaman, ew siza bi neheqî li Abdullah Zeydan hatiye birîn.

Dadgeha Herêmê ya Dîlokê li ser nerazîbûna parêzerên Abdullah Zeydan, di 25ê Nîsana 2018an de biryara azadkirina wî da lê belê Dadgeha Diyarbekirê nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Herêmê ya Dîlokê da û got; heger Abdullah Zeydan bê berdan dibe ku bandorê li dozê bike. Li ser daxwaza Dadgeha Diyarbekirê Abdullah Zeydan nehat berdan.

Di 4ê Mijdara 2016an de, hevserokên wê demê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlemneterên HDPê Îdrîs Baluken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim û Ferhat Encu hatin zindanîkirin. Ziya Pîr, Sirri Sureyya Onder û Îmam Taşçier bi merc hatin berdan.