Li Diyarbekirê gundê li nav bajêr tê rûxandin
Di çarçoveya nûjenkirina bajêr de gundê Bîra Jêrîn a li navçeya Kayapinar a Diyarbekirê de nav avahiyên bilind de mayî tê rûxandin.
Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya nûjenkirina bajêr de gundê Bîra Jêrîn a li navçeya Kayapinar a Diyarbekirê de nav avahiyên bilind de mayî tê rûxandin. Di gund de 96 avahî û kêmzêde 450 kes hebûn. Di gund de her çiqas yên ji biryarê razî bin hebin jî yên ku neçar mane ji gundê xwe derbikevin jî ji rewşê bi gilî ne.
Bajarê Diyarbekir di salên dawîn de ji ber ku koç distîne û her ku diçe berfireh dibe gundên ku berê li derveyî bajêr bûn niha di nava bajêr de mane û ji aliyê avahiyên bilind ve hatine dorpêçkirin ku gundê Bîra Jêrîn jî yek ji wan gundan e.
Li gundê Bîra Jêrîn 96 avahî hene û serjimêriya wê jî kêmzêde 450 ye. Niha di çarçoveya nûjenkirina bajêr de jî biryara rûxandina avahiyên gund hatiye dayîn. Rûxandina avahiyan bi civîna çapemeniyê ya Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû dest pê kir. Karaloglû amaje kir ku demek dirêj bû ji ber ku gund mabû nava bajêr de pirsgirêk derdiketin holê.
Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû diyar kir: “Demeke dirêj bû ku derbarê vê mijarê de gilî hebûn. Ji ber ku ajalvanî dihat kirin bêhn li ser vê qadê diket. Şêniyên gund jî bi gilî bûn. Kesên ku belgeya wan a fermî hebe erdê ku li ser xanî çêkiribûn ji xwe re kirrîn, kesên ku belgeya wan nebe bihayê xaniyê wan çibe ewqas pere dê bistînin. Me li gel hemû welatiyên vî gundî lihevkirin pêk anî.”
Li ser qada ku gund lê belav bûye 19 hezar metre çargoşeyî xanî hene û 33 hezar metreçargoşe jî ji rê û şînkayîyê pêk tê ku 44 avahiyan jî belgeya tomarbûnê ya fermî wergirtine. Di nav welatiyên ku xaniyên wan tên rûxandin de yên razî jî hene û yên ku dibêjin ew hatine mexdûrkirin jî hene.
Nişteciyekî gund dibêje: “Herkes memnun e , bihayê xaniyan çiqas be ewqas dan. Me li hev kir.”
Nişteciyeke din jî diyar dike: “Em ji xanî derxistin. Ma ka emê çi bikin. Ez nexweşi m. 200 hezar dane. Xanî jî pê nayê.”
Welatiyek jî destnîşan dike: “Em perîşan bûn. Vê zivistanê. Xwedê heqê me nehêle.”
Li Diyarbekirê di encama firehbûna bajêr de gelek gund mabun nava bajêr de û ji ber ku hîn rayedarên dewletê û şêniyên wan gundan li hev nehatine pirsgirêkên wisa di nava bajêr de hîn jî didomin ku gundê Bîra Jorîn jî heman pirsgirêk berdewam e û li benda çareseriyê ye.