Çiyayê Nemrûdê Zivistanê jî pêşwaziya geştyaran dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Çiyayê Nemrûdê ku mezintirîn berhemê Şaristaniya Komagene ye, di Zivistanê de jî pêşwaziya geştyaran dike. Berpirsên deverê dibêjin, bi projeyên nû dixwazin hejmara serdêran zêdetir bikin. Çiyayê Nemrûdê wek Textê Xudayan hatiye binavkirin nimûneyeke baş ya têkelbûna şaristaniyên Yunan-Roma û Kurdistan-Mezopotamya ye.
Çiyayê Nemrûdê, li naverasta şaristaniyên Rojava û Rojhilatê cih digre. Bi peykerên mezin û gorên bîrdarî di Lîsta UNESCO ya Mîrasên Cîhanî de cih girtîye. Çiyayê Nemrûdê bi sirûşt û şaristaniya xwe Zivistanê jî bala geştyaran dikişîne.
Li cîhanê, dîmenên derketin û avabûna rojê herî xweş li Çiyayê Nemrûdê tên temaşekirin. Hejmareke zêde ya geştyaran tenê bo temaşekirina vê demê berê xwe didin lûtkeya Nemrûdê.
Sala borî ji 170’ê hezarî zêdetir geştiyaran serdana çiyayê Nemrûdê kirine.
Rêveberê Çand û Geştyariya Semsûrê Ehmed Gunaydin dibêje: “Îsal ji 170 hezar zêdetir kesan serdana Çiyayê Nemrûdê kirine. Sedî 90 ji wan yên navxwe, sedî deh jî biyanî bûn. Sala par ji ber petaya Korona hejmara serdanan daketibû 52 hezar kesan. Îsal baş hatine. Bi projeyên nû em dikevin salê û armanca me îsal pêşwazîkirina 300 hezar geştiyaran e.”
Çiyayê Nemrûdê ku wek Textê Xudayan hatiye binavkirin, şûnwarê herî baş ya Şaristaniya Komagene ye. Têkelbûna şaristaniyên Yunan-Roma û Mezopotamya-Kurdistanê ye. Her wiha gelek mînakên herêmî li xwe digre.
Şaristaniya Komagene li ser Rûbarê Firatê bilind bûye û dîroka wê vedigere hezar sal berê zayînê. Navên xwedayên şaristaniyê bi du zimanan e, Yunanî û Kurdî-Farisî. Her sal 14’ê Tîrmehê xelkê navçeyê ji bo spasiya Xwedayan ku welat parastine, berê xwe didin bilindahiya Nemrûdê.