Li Bedlîs û Dêrsimê ji ber berfê dibistan rojekê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navenda bajarê Bedlîsê, navçeyên wê Mûtkî û Tatwanê, ligel navçeyên Pîlemûr, Qisle û Pulurê yên Dêrsimê ji ber barîna berfê dibistan îro ketin bêhnvedanê.
Piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê ketine ber pêla barîna berfê. Li du navçeyên Bedlîs û navenda wê ligel sê navçeyên Dêrsimê îro dewama dibistanan, karmendên hikûmetê yên astengdar û jinên dûcanî hatin rawestandin.
Qeymiqamtiya bajarokê Mutkî yê girêdayî Bedlîsê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji ber rewşa seqayê hemû dibistanên fermî û taybet îro nayên vekirin.
Parêzgariya Dêrsimê jî bi daxuyaniyekê ragihand, li navçeyên Pîlemûr, Qisle û Pulurê ji ber barîna berfê dibistan îro ketin bêhnvedanê.