Li Bakurê Kurdistanê rêyên gelek gundan hatin girtin

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya 1301 gundan hat girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya 1301 gundan hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand; ji ber berf û pûkê rêya 90 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê û saziya rêyên bejahî ji bo paqijkirina rêyan xebatê xwe berdewam dikin û welatî jî hewl didin pêş malên xwe paqij bikin.

Herwiha rêya Wan û Miksê jî ji ber metirsiya aşûtê ji trafîkê re hat girtin. Ji bo rêya Wan û Colemêrgê neyê girtin xebatên tîmên saziya rêyên bejahî jî berdewam in.

Îdareya Taybet a Bajêr a Colemêrgê ragihand; li parêzgehê ji ber berfê rêya 64 gundan hat girtin. Tîmên saziya rêyên bejahî ji bo vekirina rêyan xebatê xwe berdewam dikin.

Li parêzgeha Bedlîsê, tîmên şaredariyê rê û kolanên nav bajêr paqij dikin. Hat ragihandin ku li parêzgehê ji berfa zêde rêya 109 gundan hatiye girtin û bo vekirina rêyan xebat dane destpêkirin.

Li Mûşê jî tîmên şaredariyê ji bo paqijkirina rê û kolanên nav bajêr dest bi xebatê kirine.

Li Gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, çend rojên dawî zivistan dijwartir bûye û bi şevan pileya germê heta bin sifrê 28 pileyan dadikeve.