Berf li piraniya navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê dibare

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasiyê ragihand, li piraniya navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê berf dibare û pileya germahiyê jî zêdetir dadikeve.

Li gor pêşbîniyên Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan a Herêma Kurdistanê, niha berfîna berfê li piraniya çiyayan û li hin qeza û nahiyên çiyayî dest pê kiriye.

Destnîşan kir jî, bandora vê hewaya sar wê dewam bike û îro li piraniya navçeyan pileya germahiyê her diçe kêm dibe.

Rêveberiya Çûnûhatinê ya Hewlêrê jî di daxuyaniyekê de ajokar û welatiyan agahdar dike ku ji ber barîna berfê, riya Derbendî Gumespan bo çiyayê Sefîn û Kepkê Gewre tê girtin û ew dikarin li şûna wê, riya (Hewlêr - Şeqlawa – Hêran) bi kar bînin.

Çend roj in li piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê baran dibare, pêr 14/1/2022an jî ji barîna baraneke xurt, av li hin deverên Hewlêrê kom bû û astengî ji bo çûnûhatina welatiyan dirust kir.