Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê riyên 1500 gundan hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li heşt parêzgehên Bakurê Kurdistanê, berfê riyên zêdetir ji 1500 gundan girt û barîna berfê jî berdewam e.

Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê da zanîn, pêleke berf û sermayê Bakurê Kurdistanê girtiye û li parêzgeha Wanê riyên zêdetir ji 900 gundan hatine girtine û pileya germahiyê daketiye bin sifrê.

Got jî, li Erzeromê jî riyên 220 gundan û li Colemêrgê riyên 160 gundan hatine girtin û pileya germahiyê daketiye 11 bin sifrê. Herwiha li Erzincanê jî riyên 20 gundan hatine girtin.

Peyamnêrê me da zanîn jî, li piraniya navçeyên çiyayî barîna berfê berdewam e û tê pêşbînîkirin roja Sêşema bê berf li navenda bajarê Diyarbekirê jî bibare.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand, li piraniya navçeyên çiyayî berf bariye û pileyên germahiyê gelekî kêm bûne.