Korbendeke mezin a aboriyê li Hewlêrê li dar dikeve
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandiniyê û Desteya Weberhênanê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, sibe korbendeke çandiniyê li dar dixin û tê de guftûgo derbarê weberhênana di sektora çandiniyê de di çend panelan de tê kirin.
Berdevkê Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Husên Hemekerîm ji K24ê re ragihand, korbend bi hevahengiya Wezareta Çandiniyê û Desteya Weberhênanê birêve diçe.
Diyar kir jî, di korbendê de hemû bername û pilanên hikûmeta herêmê û saziyên pêwendîdar bi armanca pêşxistina sektora çandiniyê, rola sektora taybet di çandiniyê de û rakirina astengên li pêşiya pêşketina wan, dê bên gotûbêjkirin.
Husên Hemekerîm herwiha eşkere kir, Desteya Weberhênanê bi hemahengî li gel Wezareta Çandiniyê çend projeyên ku ji sektora çandiniyê jêrxane ne ragihandine û niha ew hewl didin zeviyan ji bo wan projeyan dabîn bikin.
Berdevkê Wezareta Çandiniyê ragihand jî, rola sektora taybet di geşepêdana aborî û cîbicîkirina çend projeyên giring û stratejîk de hebû û bi taybet di sektora çandiniyê de.