Ji ber barîna berfê li Helebceyê betlaneya fermî hat ragihandin
Ji ber barîna berfê û zehmetiya çûnûhatinê betlaneya fermî li Helebceyê hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna berfê û zehmetiya çûnûhatinê, li tevahiya saziyên hikûmtê yên Helebceyê ji bo rojekê betlaneya fermî hat ragihandin.
Rêveberiya Perwerde ya Helebceyê ragihand, ji ber barîna berfê û astengiya çûnûhatinê, îro Duşemê 17/1/2022an li tevahiya dibistan û navendên xwendinê betlaneya fermî hat ragihandin.
Herwiha Parêzgarê Helebceyê jî di daxuyaniyekê ragihand, ji ber pêla berfê, li tevahiya saziyên hikûmtê yên Helebceyê betlaneya fermî hat ragihandin.
Ji duhî ve pêleke barîna berfê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û li piraniya navçeyan pileya germahiyê kêm bûye û ji ber berfê astengiya çûnûhatinê derketiye.