Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê rêya 552 gundan ji ber berfê hatine girtin
Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê pêleke nû ya serma û berfê destpê kiriye û li Wan Betlîs, Mûş û Colemêrgê tevahî rêya 552 gund û mezrikan hatiye girtin.
Rêvebiriya Şaredariya Mezin ya Wanê ragihand, li Wanê rêya 192 tax, gund û mezrikan hatiye girtin û tîmên paqjiyê ji bo vekirina rêya wan gundan xebat û hewldanên xwe didomînin.
Li Colemêrgê rêya 285 gundan, li Betlîsê 49 û li Mûşê jî 26 gund û mezrikan hatine girtin.
Li gor rêvebiriya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê, dê heta 4 rojên din serma û şilî bandorên xwe bidomînin û hişyarî bo welatiyan tê dayîn ku beriya geşt bikin, ji rewşa keş û hewayê agahdar bibin û bi tevdîr tevbigerin.