Serok Barzanî cejna Kurdên Kakeyî pîroz kir
"Ez pîrozbahiyên herî germ li xwişk û birayên Kakeyî û hemû Yarsanan ên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim."

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qewiltas peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdên Kakeyî kir û ragihand: “Ez hêvî dikim cejna xwe di xweşî û bextewariyê de bikin.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina Cejna Qewiltasê, ez pîrozbahiyên herî germ li xwişk û birayên Kakeyî û hemû Yarsanan ên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim cejna xwe di xweşî û bextewariyê de bikin û ev cejn bibe havêna xêr û bereketê.
Di vê boneyê de ez hêviya kûrtirbûna ferhenga pêkvejiyan û aştî û bextewariyê ji bo pêkhateyên Kurdistanê dixwazim.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
17ê Çileya 2022