Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdên Kakeyî kir
"Ez hêvî dikim Xwedayê mezin rojî û duayên we qebûl bike û rojên cejnê, di keşeke aram û xweş de derbas bikin."
.jpg)
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdên Kakeyî û Yarsanan kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya hatina Cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas), pîrozbahiyên herî germ arasteyî xwişk û birayên Kakeyî û hemû Yarsanan ên li Kurdistan û cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim Xwedayê mezin rojî û duayên we qebûl bike û rojên cejnê, di keşeke aram û xweş de derbas bikin.
Cejna we pîroz be û her dem di asûdeyî û aştiyê de bijîn
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê