Pêla berfê bandora xwe li bajarên Bakurê Kurdistanê zêde dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên wek Wan, Mûş, Betlîs û Colemêrgê ji 16 mehê ve pêleke nû ya berfê destpê kiribû û di 18’ê Rêbendanê de jî li Diyarbekir, Riha û Dîlokê jî li nav bajaran berf barî. Li gel ku hişyariyên fermî ji bo keş û hewaya sar û berfê hatin dayîn, welatiyan bi hêvî û kêfxweşî pêşwazî li barîna berfê kirin.
Li Diyarbekirê yekem berfa sala 2022’an barî. Her çiqas berê li hewidoriya bajêr berf barîyabû jî li nav bajêr îsal yekem car barî. Welatî jî hem ji ber bereketa wê hem jî teşeya ku dide xwezayê bi kêfxweşî pêşwaziya barîna berfê kirin.
Dikandar Hecî Îpek jî balê dikşîne ku hin zehmetiyan peyda bike jî, barîna berfê hem bereketê dike sirûştê û hem jî teşeyeke xweş dide.
Dikandar Hecî Îpek ji K24ê re got: “Em jî hesreta berfê mabûn. Berf bereket e. Berf wiha dibare baş e. Belê ji bo kesên xizan serma zehmetiyan peyda dike, lê hişkesalî jî kêşeyeke mezin e. Loma jî ji bo pêşeroja me barîna berfê baş e.”
Berfê jiyana rojane ya rûtin jî guhart û hin welatiyan camên trimbêlên xwe paqij kirin, hin ji wan jî ji ber pêlavên wan ne guncav bûn, di meşandinê de zehmetî kişandin. Lê ji bo zarokan jî kêf û şahî peyda bû.
Ciwan û xortên li Diyarbekirê jî bi hevalên xwe re, di kêliya ku berf dibariya de, ji bo li bin berfê bimeşin û bi berfê bileyîzin li park û kolanan bûn.
Welatî Miheme Dogan dibêje: “Rehme xwedê ye û dibare. Înşelah hêj zêdetir bibare û hemû xirabiyan bi xwe re bibe. Mirovên ku erd diajon, cotkarî dikin perişan bûn. Baran û şillî tunebû perîşanî bû. Înşelah zêde bibare ku em jî zêdetir ji rehma xwedê kêf bikin.”
Li Diyarbekirê piştî barîna berfê her çiqas parêzgariyê hişyarî dabû welatiyan jî bi dehan trimbêl ji ber ne amadebûna bandorên berfê qeza kirin û trafîqa bajêr dem bi dem rawestiya.