Kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî berfireh dibe

Saziyên sivîl û partiyên siyasî dibêjin hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî derfeteke girîng e.

Diyarbekir (K24) - Beşdarên helmeta bijartina dersa bijarte ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku hilbijartina dersa Kurdî daxwaza Kurdan a mafên neteweyî ye. Saziyên sivîl û partiyên siyasî dibêjin hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî derfeteke girîng e li hember pişaftinê.

Helmeta hilbijartina dersa zimanê Kurdî pêl bi pêl belav dibe û gelek aliyên ji hev cûda di mijara zimanê Kurdî de yekrêz dibin û bang dikin ku xwendekar Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî hilbijêrin.

Rayedar û Parlementerên Ak Partiyê yên wek Abdurrahman Kurt û Mehdî Eker, serokên partiyên siyasî yên wek Ahmet Davutoglu û Ali Babacan, saziyên sivîl, kesayetên navdar banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî dikin û dibêjin bila derfeta Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî were bikaranîn û heta Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglu jî piştgiriya mafê perwerdeya zimanê zikmakî kir.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier dibêje ew dixwazin zimanê Kurdî bibe xwedî statu û bijartina Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî jî dikare bibe destpêkek girîng.

Îmam Taşçier ji K24ê re diyar kir: “Em dixwazin zimanê Kurdî bibe fermî û di hemû qadên dibistanan de perwerdeya bi zimanê Kurdî were dayîn. Her çiqas kêm be jî bila xwendekar Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî hilbijêrin. Em bang li dê û bavên Kurd dikin ku bo zarokên xwe bila Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî hilbijêrin.”

Banga Dersa Zimanê Kurdî di nava saziyên sivîl de jî belav dibe ku ji baroyan û jûrên pîşesazî û bazirganiyê bang tên kirin ku sazî dezgehên sivîl ên ku xelatan û diyariyan belav dikin jî hene.

Pêngava Çavdêriya Perwerde û Çaksaziyê ya Diyarbekir jî banga hilbijartina dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî dike ku berdevk Profesor Azîz Yagan dibêje ziman nirxê hevpar ê hemû aliyên Kurd e.

Prof. Dr. Azîz Yagan ji K24ê re diyar kir: “Kîjan alî, ol, îdeolojî û di kîjan temenî de be bila bibe zimanê Kurdî nirxê hevpar ê Kurdan e û em dixwazin Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî ku heftê de 2 saet e, bibe dersa neçarî. Bila were zanîn ku xwendekarên derseke din bijartine dikarin ji biryara xwe vegerin û dersa Zimanê Kurdî hilbijêrin. Di bajarên wek Semsûr, Dîlok û Mereşê de pirsgirêk hene û serîlêdan gelek kêm in. Bila parlamenterên wan bajaran, an jî parlamenterên berê yên wan bajaran bang li xelkê bikin.”

Ji ber eleqeya zêde ya ji bo Dersa Bijarte ya Zimanê Kurdî û şert û mercên hewayê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ragihand dema serîlêdanê ku di 21ê Çileyê de bi dawî dibû, heta 7ê Sibatê hatiye dirêjkirin.