Derhênerê “Bab El-Hara” Bessam Mela koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Derhênerê navdar ê dramaya Sûriyê Bessam Mella îro di 66 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Lubnanê koça dawiyê kir.
Sendîkaya Hunermendan a Sûriyê, îro nûçeya koçkirina derhênerê navdar ê dramaya Sûriyê Bessam Mella ragihand û sersaxî li malbata wî kir.
Bessam Mella di 13ê Sibata 1956an de ji dayîk bûbû û bi derhêneriya drameyên “Jiyana Şamiyan di destpêka sedsala borî de” navdar e û rêzefîlmên wek “Eyyam Şamiyê”, “Leyalî Salhiyê” û “El-Xewalî” ji derhêneriya wî ne.
Bessam Mella herî zêde bi derhêneriya drama herî navdar a Sûriyê “Bab El-Hara” a ku li gelek welatên Erebî dihat şopandin, hatibû naskirin.
Derhêner Basam Mella ji malbateke hunerî ya binavûdeng e, bavê wî akter Adhem Mella ye û birayên wî derhêner Mo’mên û Beşar Mella derhêner in û lîstikvan Mueyad û du kurên wî Edhem û Şems Mella wek lîstikvan beşdar dramaya “Bab El-Hara” bûbûn.